
Foruma Aboriya Kurdistan-Urdinê li Hewlêrê, Navenda Bazirganiya Ozbekistanê tê vekirin
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Geylan Hecî Seîd, derbarê Foruma Aborî û Pîşesaziyê ya Kurdistan-Urdinê ya ku dê li Hewlêrê bê lidarxistin û Navenda Bazirganiya Ozbekistanê ya ku dê di nêzîk de bê vekirin, agahî da.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Geylan Hecî Seîd ragihand ku di nîvê meha bê de Foruma Aborî û Pîşesaziyê ya Kurdistan-Urdinê dê li Hewlêrê bê lidarxistin.
Her wiha diyar kir ku Navenda Bazirganiya Ozbekistanê jî dê di nêzîk de li Hewlêrê deriyên xwe veke. Wî tekez kir ku ev biryar encama hewldanên ji bo kişandina sermayeya biyanî ya bo herêmê ye.
Hecî Seîd got ku di gera xwe ya kar a dawî ya bo Almanyayê de, karsazên alman eleqeyeke mezin nîşanî sektorên maden, petrol, gaz, enerjî û otomotîvê yên li herêmê dane. Li hemberî fikarên ewlehiyê yên di çapemeniya alman de, wî anî ziman ku Herêma Kurdistanê ewle ye û yasaya veberhênanê parastineke yasayî ya xurt bo sermayeya biyanî peyda dike.
Hecî Seîd da zanîn ku têkiliyên navneteweyî encamên berbiçav didin û anî ziman ku hejmara veberhênerên biyanî yên li herêmê zêde bûye û eleqeya bo pêşangehên navneteweyî yên li Hewlêrê her diçe bilind dibe.
Çavkanî: Kurdistan24