PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Cîhan
Cîhan

Panela 'Bîranîna Çapemeniyê di Pêvajoyên Aştiyê de' ya GGC’ê li Almanyayê
Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat, di 14ê Mijdarê de li Kolnê ji bo gotûbêjkirina pêvajoya aştiyê, rola medyayê û nêrîna diyasporaya kurd panelekê li dar dixe.

Panela 'Bîranîna Çapemeniyê di Pêvajoyên Aştiyê de' ya GGC’ê li Almanyayê

Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat, di 14ê Mijdarê de li Kolnê ji bo gotûbêjkirina pêvajoya aştiyê, rola medyayê û nêrîna diyasporaya kurd panelekê li dar dixe.

Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC), panelek bi sernavê "Bîranîna Çapemeniyê di Pêvajoyên Aştiyê de: Nêrînek ji Ewropayê-2" di roja şemiyê 14ê Mijdara 2026an de li bajarê Kolnê yê Almanyayê, li otêla Köln Marriott Hotelê pêk tîne. Çalakî, wê di saet 10.00an de bi qeydkirinê dest pê bike û bi axaftina vekirinê ya Serokê GGCyê Felat Bozarslan berdewam bike.

Di saet 10.30an de Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayip Temel, wê rûniştinekê bi rê ve bibe ku rewşa niha ya pêvajoya li Tirkiyeyê binirxîne. Di vê rûniştinê de pêşketinên di warê dewlet, civak û medyayê de û awayê ragihandina pêvajoyê bo raya giştî ya Ewropayê wê bên nirxandin. Di navbera saet 11.00-12.00an de beşa pirs û bersivan wê bê kirin.

Piştî nîvro di navbera saet 13.00-14.30an de rûniştina bi navê "Dengên ji Medyaya Herêm, Navend û Ewropayê: Veguhastina Şahîdiyan" wê pêk bê. Axaftvanên wekî Bülent Mumay, Alişer Delek, Nevzat Çiçek, Hatice Kamer û Zeki Özmen, wê ezmûnên xwe yên li qadê, pratîkên rojnamegeriya aştiyê û têkiliyên medyayê gotûbêj bikin. Rûniştina dawî di navbera saet 14.45-15.45an de bi sernavê "Nêrînek ji Ewropayê: Perspektîfa Diyasporayê" ji aliyê Prof. Dr. Hüseyin Çiçek, Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan û Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Ali Ertan Toprak ve wê bê birêvebirin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler