
NY, daxwaza derbasbûna lezgîn a keştiyên gubreya çandiniyê ji Tengava Hurmuzê kir
Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî bang li Îran û Amerîkayê kir ku ji bo têkoşîna li dijî krîza xurekê, rê bidin keştiyên gubreyê ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Serokê Ofîsa Xizmetên Projeyan a Neteweyên Yekbûyî (UNOPS) Jorge Moreira da Silva, di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê (COP31) ya li Antalyayê de ji rojnamevanan re axivî û hişyarî da ku kêmbûna gubreya kîmyewî dikare bi milyonan mirovên li seranserê cîhanê ber bi xizanî û birçîbûnê ve bibe. Da Silva, ji bo sivikkirina krîza xurekê ya li welatên xizan, ji Îran û Amerîkayê xwest ku "bi lezgînî" rê bidin keştiyên ku gubreyê hildigirin da ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Îranê piştî êrîşa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya di dawiya meha Sibatê de, Tengava Hurmuzê ya stratejîk girt; ev rewş bû sedema astengiyan di xetên deryayî yên herêmî û cîhanî de. dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê jî pirsgirêkê girantir kir. Da Silva tekez kir ku divê her du alî danûstandinên xwe yên dîplomatîk bidomînin, lê divê ev pêvajo rê li ber çareseriyeke lezgîn, îstîsnayî û sînorkirî ya ji bo pirsgirêka gubreyê negire û diyar kir ku armanc ew e ku rojane pênc keştiyên gubreyê ji tengavê derbas bibin. Beriya şer, hatibû tomarkirin ku sêyeka gubreya kîmyewî ya cîhanê ji Tengava Hurmuzê derbas dibû.
Piştî dorpêçan, bihayê gubreyê ji sedî 30 zêde bû, ev rewş di welatên herî feqîr ên cîhanê de dibe sedema bandorên newekhev û wêranker. Wezîrê Darayî yê Sûdanê ragihand ku di nava şeş mehan de bihayê xwarinê li welat du qat zêde bûye; li Nepalê jî cotkar nema dikarin gubreyê bikirin. Da Silva diyar kir ku welatên wekî Mozambîk, Kenya, Sûdan, Somalî, Nepal, Bangladeş û Srî Lanka bi encamên giran re rû bi rû ne.
Da Silva hişyarî da ku eger demsala çandiniyê were ji dest dan, 45 milyon kes bi kêmbûna xwarinê ya giran re rû bi rû dimînin û 30 milyon kes jî dikarin bikevin bin xeta feqîriyê.
Çavkanî: Rûdaw