
Wezareta Ciwanî û Sporê dest bi kontrolkirina klûbên Süper Ligê dike
GSB dê ji bo sezona 2025-2026an kar û barên klûbên Süper Ligê û şirketên sporê yên anonîm kontrol bike.
Mufetişên Serokatiya Rêberî û Pişknînê ya Wezareta Ciwanî û Sporê (GSB) ya Tirkiyeyê, roja duşemê 23ê Çiriya Paşîn dê dest bi kontrolkirina klûbên Süper Ligê û şirketên sporê yên anonîm bikin. Kontrol li gorî Yasaya Klûbên Sporê û Federasyonên Sporê ya bi hejmara 7405an dê werin kirin û dê kar û barên di navbera 1ê Hezîrana 2025an û 31ê Gulanê ya 2026an de li ber çavan bigirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, klûbên Süper Ligê berê jî di navbera salên 2022-2024an de di çarçoveya rêzikkirinên derbasbûnê yên heman yasayê de hatibûn kontrolkirin. Kontrola nû, piştî pêvajoyên berê dê li ser sezona 2025-2026an raweste.
Her wiha hat ragihandin ku kontrolkirina 13 klûb û şirketên sporê yên anonîm ku di sezona 2024-2025an de di TFF 1. Ligê de dilîzin jî ji roja ku yasa ketiye rewşê heta 31ê Kanûna Paşîn a 2025an berdewam dike.
Çavkanî: Kurdistan24