
Pola sêdarê li ser fermana amirê xwe tutanaqa kamerayê amade kiriye
Di doza Gülistan Doku de polîsê girtî Hakan Yalçın got ku wî tutanaqa ku dibêje qeydên kamerayê naxebitin li ser fermana şefê ekîbê amade kiriye.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser xwendekara Zanîngeha Munzurê Gülistan Doku ku tê texmînkirin di 5ê Çileya 2020an de li Dersimê winda bûye de, polîsê girtî Hakan Yalçın di îfadeya xwe de got ku wî tutanaqa kamerayê li ser fermana şefê ekîbê Erdoğan Öztürk amade kiriye. Yalçın ev tişt gotin: "Ji min re got ku kamerayên vê derê naxebitin, tutanaqekê çêbike. Min jî li ser fermana şefê ekîba xwe tutanaq amade kir."
Yalçın behsa lêgerîna ku piştî windabûna Doku li mal û cîyê manê yê polîs Engin Yücel hatibû kirin jî kir. Wî diyar kir ku di tutanaqa lêgerînê de îmzeya sê amiran heye û ev ne tiştekî asayî ye, dibe ku ji ber ku xwediyê malê polîs e wisa bûbe. Wî got ku fermana lêgerînê ji aliyê Rıdvan Kayan ve hatiye dan û mudurê şubeya asayîşê yê bi navê Ertuğrul ku paşnavê wî nayê bîra wî jî hat kolanê, lê tevlî lêgerînê nebû.
Yalçın behsa hebûna zerfa tijî pare kir ku tê gotin di roja bûyerê de gihîştiye destê Engin Yücel û got ku ji ber ku nêzîkî heft sal di ser bûyerê re derbas bûne, zehmet e ku hûrguliyan bîne bîra xwe. Wî zêde kir ku di wê demê de di ekîbên asayîşê yên herêmê de dixebitî û di nav rojê de destwerdan li gelek bûyeran dikirin.
Çavkanî: Rûdaw