
Di lêpirsîna Gülistan Doku de polîs Erzen fermana nedayîna agahiyan ji malbatê re eşkere kir
Memurê Şaxê Asayîşê yê Dêrsimê İsmail Erzen diyar kir ku xebatên lêgerînê yên li bendavê ji aliyê parêzgehê ve dihatin rêvebirin û ferman hatibû girtin ku agahî nedin malbatê.
Memurê Midûriyeta Şaxê Asayîşê ya Dêrsimê İsmail Erzen di çarçoveya lêpirsîna derbarê windabûna Gülistan Doku de got ku xebatên lêgerînê yên li bendavê ji aliyê parêzgehê ve dihatin rêvebirin û ji wan re fermana "Ji malbatê re agahî nedin" hatibû dan.
Erzen diyar kir ku fermana nedayîna agahiyan a derbarê tiştên ji binê avê hatine derxistin de, piştî heftiyekê yan jî deh rojan ji malbatê re hatiye gotin. Wî destnîşan kir ku ev rewş bûye sedem ku baweriya malbatê bi ewlehiyê û xebatên dihatin kirin kêm bibe. Wî anî ziman ku ew bi bîr nîne ev ferman ji aliyê kê ve hatiye dan û naxwaze gunehê kesî bigire.
Her wiha Erzen diyar kir ku dîmenên kameraya hundirê wesayîtê yên hatin fikirîn ku yên Gülistan Doku ne, li ser pirê hatine girtin û ev dîmen bi raporê ji dozgeriyê re hatine şandin. Wî got ku piştî ev dîmen di demek kurt de di medyayê de hatin belavkirin, memurên li şaxê hatin pirsiyar kirin.
Gülistan Doku, xwendekara sala duyemîn a Beşa Geşepêdana Zarokan a Zanîngeha Munzurê ye, 21 salî ye û ji 5ê Rêbendana 2020an vir ve ti agahî jê nayê girtin.
Çavkanî: Kurdistan24