
Nameya vekirî ji bo Serokatîya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û nûnerên partîyên sîyasî
Înîsîyatîva Neteweyî, li hember nakokîya piştî vekirina 4ê Mijdarê, bang li hemû partîyên Başûrê Kurdistanê kir ku di bin banê parlamentoyê de bibin yek û pirsgirêkên xwe bi rêbazên demokratîk çareser bikin.
JI BO SEROKATÎYA PARLAMENTOYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û NÛNERÊN PARTÎYÊN SÎYASÎ
Ew nakokîya ku piştî vekirina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya li 4ê Mijdara 2026an de di navbera partîyên sîyasî de rûda, em beşdarên Înîsîyatîva Neteweyî ya Dîyasporayê xistiye nav fikareke kûr, ne tenê ji bo pêşeroja gelê me li Başûrê Kurdistanê, lê di heman demê de ji bo pêşeroja neteweya me li her çar perçeyên Kurdistanê jî.
Em rewatîya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, parastina îradeya siyasî û statuya serwer a Başûrê Kurdistanê wekî destkeftîyekê û hêvîyek ji bo rizgarîya neteweya me li her çar perçeyan û wekî mijarek fikarê ji bo 60 mîlyon Kurdan dibînin. Em parastina wan di ser hemî nakokîyên sîyasî ra dibînin.
Em ji birînên kûr ên rabirdûyê û nakokîyên sîyasî yên îro haydar in. Lê belê, rêberên siyasî yên neteweyan tu dabeşbûneke sîyasî an pirsgirêkeke demkî mezin nakin û cidî nagirin heta wê astê ku pêşeroja neteweyan û çarenûsa nifşên pêşerojê bixe xeterê.
Di vê pêvajoya dîrokî de, yekane navenda çareserîyê ji bo pirsgirêkan tevan Parlamentoya Kurdistanê ye. Wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Dîyasporayê, em hemû partîyên Başûrê Kurdistanê vedixwînin di bin banê parlamentoyê de bibin yek, bi xweşbînî, bi aqilê hevpar tevbigerin û pirsgirêkên xwe bi rêbazên demokratîk çareser bikin.
Înîsîyatîva Neteweyî ya Dîyasporayê 10.11.2026