PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Ji Heyeta HAK-PAR Serdana Komala Jinên Kurd
Heyeta HAK-PAR a bi serokatiya Hanifi Eren li Amedê serdana Komala Jinên Kurd kir; di hevdîtinê de piştgiriya di navbera saziyan de, zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê hatin nirxandin.

Ji Heyeta HAK-PAR Serdana Komala Jinên Kurd

Heyeta HAK-PAR a bi serokatiya Hanifi Eren li Amedê serdana Komala Jinên Kurd kir; di hevdîtinê de piştgiriya di navbera saziyan de, zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê hatin nirxandin.

Heyeta HAK-PAR di 31ê Cotmeha 2026an de li Amedê serdana Komala Jinên Kurd kir. Di hevdîtinê de diyalog û piştgiriya di navbera saziyên Kurdistanê de, xebatên zimanê Kurdî û perwerdeya zarokên Kurd a bi zimanê dayikê hatin nirxandin.

Heyeta şeş kesî ya bi serokatiya Hanifi Eren, ji aliyê Serokê Komeleya Komala Jinên Kurd Evin Azad, rêvebera komeleyê Sevgi Çelik û endamên komeleyê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de li ser pêşxistina diyalog û piştgiriya di navbera saziyên Kurdistanê de, xurtkirina têkiliyên navsazî û girîngiya xebatên hevpar nêrîn hatin guhertin. Herwiha xebatên di warê zimanê Kurdî de, çalakiyên ji bo perwerdeya zarokên Kurd a bi zimanê wan ê dayikê û çawaniya pêşxistina van xebatan jî hatin axaftin.

Derbarê xebatên Komala Jinên Kurd ên di warên dîroka jinan, zayenda civakî, keda jinan û rêxistinbûna jinan de û derbarê atolyeyên rû bi rû û dîjîtal de jî agahî hatin parvekirin.

Serdana ku tê de xwestekên baş hatin gihandin, bi hêviya xurtkirina piştgirî û diyaloga di navbera saziyên Kurdistanê de bi dawî bû.

İlgili haberler