
Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê, cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê yê Hevşaredarê Colemêrgê Akış pesend kir
Dadgeha îstînafê, cezayên ku ji ber sûcê rêveberiya rêxistinê li Akış û 9 gumanbarên din hatibûn birîn, pesend kir.
Daîreya 2yemîn a Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê, cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê yê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıddık Akış ku ji kar hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû danîn, bi hinceta "rêveberê rêxistinê ye" pesend kir. Dadgeha îstînafê, cezayên girtîgehê yên neh gumanbarên din ên di heman dozê de tên darizandin jî guncav dît û biryar da ku girtîbûna Akış berdewam bike.
Dadgehê, cezayên 8 sal û 9 meh girtîgehê yên ku 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi hinceta "endamê rêxistinê ne" li Îzzet Belge, Hıfzullah Kansu, Kadriye İlbaş, Mikail Atan, Seyhan Şahin û Faruk Yıldız biribûn, pesend kir. Her wiha cezayên 6 sal û 3 meh girtîgehê yên ku bi heman sûcî li Tahir Koç, Hüsna Sağın û nûçegihanê DİHAyê yê ku bi KHKyê hatibû girtin Hamdiye Çiftçi Öksüz hatibûn birîn jî hatin pesendkirin.
Dadgeha îstînafê diyar kir ku dadgeha herêmî delîl li gorî hiqûqê nirxandine, li gorî cureyê sûc biryareke rast daye û parastinên hatine kirin bi hincetên guncaw hatine redkirin; lewma serlêdanên îstînafê red kirin. Hate tekez kirin ku girtîmayîna Akış, ji ber gumanên xurt ên sûc, rewşa delîlan û mîqdara cezayê ku tê pêşbînîkirin, gumanên revînê çêdike û tedbîra kontrola edlî dê têr neke; lewma ev biryar li gorî xalên 5 û 6 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
Akış, di çarçoveya doza ku ji sala 2014an ve berdewam dike de, di 3ê Hezîrana 2024an de hatibû binçavkirin, di 5ê Hezîranê de 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hatibû danîn. Di lêkolîna ewil de, ji ber ku deşîfrekirina axaftinên bi kurdî ne li gorî rêgezê bûye û mafê parastinê hatiye sînordarkirin, biryar hatibû betalkirin. Piştî dadgehkirina nû, heman ceza dîsa hatin dayîn û dosye ji bo îstînafê hat şandin.
Çavkanî: Kurdistan24