Rojev

Li Colemêrgê polîsan 15 koçberên bêdestûr girtin
Di operasyona ku bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hat kirin de 15 koçberên bêdestûr yên afganî û 3 gumanbar hatin girtin.
Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Parêzgeha Colemêrgê, bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê li dijî qaçaxçiya koçberan operasyon hewlandin. Di çarçoveya operasyonê de 15 koçberên bêdestûr yên afganî ku hat diyar kirin bi rêyên neyasayî ketine Tirkiyeyê, hatin girtin.
3 gumanbarên ku koçber vediguhestin jî hatin girtin; gumanbar li meqamên dadweriyê hatin radestkirin û yek ji wan hat girtin. Koçberên hatine girtin, ji bo karûbarên pêwîst radestî Navenda Vegerandinê ya Wanê hatin kirin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi