Rojev

Li Deriyê Sînorî yê Esendereyê li Gevera Hakarî 4,95 kg hişbir a sentetîk hat girtin
Di valîza gumanbarekî welatiyê Îranê de 4,95 kîlogram hişbir a sentetîk hat dîtin.
Li Deriyê Sînorî yê Esendereyê yê li navçeya Gevera Hakarî, di valîza gumanbarekî welatiyê Îranê de 4 kîlo û 950 gram hişbir a sentetîk hat girtin.
Operasyon ji aliyê tîmên Midûriyeta Xofiya û Têkoşîna li Dijî Qaçaxçiyê ya Gumrukê û Midûriyeta Gumrukê ya Esendereyê ve bi hev re hat kirin. Gumanbar dixwest ku ji Îranê bi peyadetî derbasî Turkiyeyê bibe.
Li ser bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Çavkanî: Rûdaw