Rojev

Li Parêzgeha Colemêrgê Piştî Baranê Mija Zêde bandor li Rêyan Kir
Piştî barînê, li cihên bilind ên Colemêrgê mesafeya dîtinê dakat çend metreyan û di çûnûhatinê de astengî çêbûn.
Li seranserê parêzgeha Colemêrgê piştî hewaya bi baran, mijeke zêde dest pê kir. Mijê bêtir li herêmên bilind bandor kir û di çûnûhatinê de bû sedema astengiyan.
Li ser rêya bajarokê Durankayayê ya li nêzîkî navenda bajêr, li cihên bilind ji ber mijê mesafeya dîtinê li hin cihan daket heta çend metreyan. Ajokar neçar man ku lambeyên mijê yên wesayîtên xwe vekin û bi baldarî bişon.
Welatiyan daxwaz kir ku li ser rêyan xêzên rê bêne nûkirin û lewheyên trafîkê yên kêm bêne danîn. Wan daxwaz kir ku bi taybetî li ser rêyên ku mercên zivistanê lê giran in, ewlehiya rêyan bêtir bibe.
Çavkanî: Hakkâri İl Sesi