Rojev

Li ser rêya Colemêrg û Wanê mînîbus ket çêm: 20 kes birîndar bûn
Li ser rêya Colemêrg û Wanê mînîbusa ku cendirme dîtin, ji kontrolê derket û ket Çêmê Erzîkî; di bûyerê de 20 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Colemêrg û Wanê, mînîbûsa ku dihat îddîakirin koçberên ji Efxanistanê dikişand, piştî ku tîmên cendirmeyan dîtin rêya xwe guherand û çû ser rêya gundê Akbulutê.
Ji ber ku ajokar kontrola rêwerzê winda kir, mînîbus ket Çêmê Erzîkî. Li ser vê yekê 20 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.
Lê ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê; piştî mudaxeleya yekem a li ser birîndaran, ew bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û hatin tedawîkirin. Derbarê qezayê de tîmên cendirmeyan lêpirsîn dan destpêkirin.
Çavkanî: Van Ekspres