PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Hesekê îsal berhemanîna pembû wê derdora 45 hezar tonan be
Rêveberê Çandiniyê yê Hesekê Hayil el-Keleş diyar kir ku rûberê çandina pembû 11 hezar û 898 hektar e û berhemdariya wê jî 380 kg ji bo her donimekê ye.

Li Hesekê îsal berhemanîna pembû wê derdora 45 hezar tonan be

Rêveberê Çandiniyê yê Hesekê Hayil el-Keleş diyar kir ku rûberê çandina pembû 11 hezar û 898 hektar e û berhemdariya wê jî 380 kg ji bo her donimekê ye.

Rêveberê Çandiniyê yê Hesekê Hayil el-Keleş daxuyand ku tê payîn îsal li parêzgehê berhema pembû derdora 45 hezar tonan be.

Keleş da zanîn ku rûberê çandina pembû di vê demsalê de li navçeyên girêdayî parêzgeha Hesekê gihîştiye 11 hezar û 898 hektaran û berhemdariya navînî ya her donimekê jî 380 kîlogram e.

Keleş bi bîr xist ku di demsala 2025an de rûberê çandina pembû 6 hezar û 333 hektar û berhema giştî jî derdora 22 hezar tonan bûye. Her wiha got ku lêkolînên li ser bihayê bingehîn ê yek kîlogram pembû berdewam in û armanc ew e ku bihayekî adil bê diyarkirin ku lêçûnên hilberînê li ber çavan bigire û ji bo cotkaran qezencek guncaw peyda bike.

Li parêzgehên Reqa û Dêrazorê du navendên komkirina pembû, li Heleb û Hemayê jî du kargehên çirçirkirinê hatine vekirin. Keleş diyar kir ku hîn biryareke zelal li ser pêvajoya firotin û bazarkirina berhemê nehatiye girtin û li benda talîmatên taybet ên ku dê ji aliyê Saziya Giştî ya Pembû ve bên weşandin, dimînin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler