
Hatimoğulları diyar kir ku Kurtulmuş gote komîsyon dê di kanûnê de bê avakirin
Hevseroka DEM Partiyê Hatimoğulları diyar kir ku di hevdîtinên bi Serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş re hatine kirin de, Komîsyona Şopandinê ya ku di çarçoveya Yasaya Çarçoveyê de bê avakirin, di serê meha kanûnê de dikare bê avakirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları di bernameya Koza TV de ragihand ku "Komîsyona Şopandinê" ya ku di serdana Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş a bo partiya wan de hatibû rojevê, bi îhtimaleke mezin dê di serê meha kanûnê de bê avakirin. Di hevdîtinê de pêvajoya avakirina komîsyona ku tê meşandin di çarçoveya Yasaya Çarçoveyê de bê avakirin hate nirxandin.
Hatimoğulları tekez kir ku komîsyon di statuya komîsyona pisporiyê de nabe, her çend desthilata wê ya yasaçêkirinê tune be jî dikare yasayan pêşniyar bike û divê wekî lijneyeke şêwirê zêdetir berpirsiyariyê hilde ser xwe. Dîsa diyar kir ku di avakirina komîsyonê de derengketin çêbûye û divê pêvajo bê lezandin.
Hatimoğulları di derbarê salnameya komîsyonê de pirs ji Kurtulmuş kir û got: "Serok diyar kir ku bi îhtimaleke gelekî mezin ev komîsyon dikare di serê meha kanûnê de bê avakirin. Em jî dixwazin ku bêyî derengketinê bê avakirin." Bal kişand ser girîngiya beşdarbûna gelek dengan û berfireh di komîsyonê de, û ku hemû partiyên siyasî yên li Meclisê grûpa wan hene û tune ne, bêyî ku bi sînorên hejmarî ve bêne girêdan, bêne temsîlkiirin.
Çavkanî: Kurdistan24