Rojev

Helîkoptera ambûlansê birîndarê ku ji cihê bilind ketibû veguhast Wanê
Li Baxçesarayê nexweşê 26 salî ku mil û sîngê wî şikêbûn, bi helîkoptera ambûlansê hat veguhastin bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Li navçeya Baxçesarayê ya Wanê, nexweşekî 26 salî ku ji cihê bilind ketibû, hestiyê mil û parsûyên sîngê wî şikêyan. Nexweş li Nexweşxaneya Dewletê ya Baxçesarayê hat dermankirin.
Ji bo kontrol û dermankirina pêşkeftî, biryar hat dan ku nexweş bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê bête veguhastin. Têkildarî vê yekê peywendî bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgeha Wanê re hat kirin û daxwaza helîkoptera ambûlansê hat kirin.
Li ser daxwazê, di demeke kurt de helîkoptera ambûlansê çû Baxçesarayê, nexweş hilda û veguhast Wanê.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi