
Serokê Bajarê Diyarbakırê Yê CHPê Bertek Nîşanî Operasyona Li Ser HEVBENDÎyê Da
Serokê Bajarê Diyarbakırê yê CHPê Sertaç Eke, operasyona desteserkirinê ya li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê rexne kir.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbakırê, li ser "Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê" (HEVBENDÎ) ku ji aliyê partî û aliyên wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê/Bakur, Partiya Welatparêzên Kurdistanê, Pelkurd, Vejin û Înisiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê ve ku di 7ê Mijdarê de hatibûn cem hev hatibû ava kirin, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo gelek siyasetmedaran ku Birêvebirê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî di nav de ye biryara desteserkirinê hat dan û kesên hatine desteserkirin birin dozgeriyê.
Serokê Bajarê Diyarbakırê yê CHPê Sertaç Eke, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de li ser operasyonê got: "Tawanên ku diqewimin mijara hiqûqê ne; lê belê ti kes nikare tenê ji ber nêrîna xwe ya siyasi, fikrên xwe yan jî civîna ku beşdar bûye wek tawanbar bê dîtin." Eke diyar kir ku têgihîştina demokrasiyê azadiya fikr û îfadeyê li gorî nêzikiya siyasi naguhêre û divê qada siyasetê ya demokratîk û dûrî tundiyê bê parastin.
Eke da zanîn ku bi taybetî di heyameke hesas de ku behsa çekberdan, aştî û biratiyê tê kirin, divê her geşedana ku qada siyasetê ya demokratîk teng dike bi baldarî bê nirxandin. Wî got ku aştiya civakî tenê bi bêdengbûna çekan çênabe, lê bi avakirina jîngeheke ewle ku nêrînên cuda bi azadî bêne gotin pêkan e.
Çavkanî: Rûdaw