
Hemû Kesên ku di Operasyona HEVBENDÎyê de Hatibûn Binçavkirin Hatin Berdan
Hemû siyasetmedarên ku di lêpirsîna li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê HEVBENDÎ de hatibûn binçavkirin hatin berdan. Kampanyaya îmzeyan didome; daxwaza nû girtina lêpirsînê ye.
Li gorî agahiya ku gihîşt me, helwesta Kurdistanî encam da: Hemû kesên ku di operasyona li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê HEVBENDÎ de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Di nav kesên ku hatin berdan de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dağtekin, rêveberê PÊLKURDê Fuad Önen û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay jî hene.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dimeşîne de, sibeha 17ê Mijdarê li Amedê û li çend bajarên din bi ser malan de hatibû girtin. Li mala Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Özçelik jî lêgerîn hatibû kirin. Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de derketin, piştî karûbarên li emniyetê 14 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Li kesên binçavkirî tawana "xerakirina yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welêt" hatibû barkirin.
HEVBENDÎ di 7ê Mijdara 2026an de bi konferansa ku li Amedê hate lidarxistin hatibû damezrandin. Di hevbendiyê de Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê, PÊLKURD, PDK-Bakur, PSK, PWK û kesayetên serbixwe cih digirin. Di konferansê de bernameyek û rêziknameya navxweyî hatibûn pejirandin, meclîseke ji 51 kesan hatibû hilbijartin.
Bertekên li dijî operasyonê
Operasyonê bertekên berfireh kişandibûn ser xwe. Baroya Amedê daxuyandibû ku daxuyaniya damezrandinê ya hevbendiyê armancên siyasî yên bê tundî dihewîne û divê ev yek di çarçoveya azadiya derbirîn û rêxistinbûnê de bê nirxandin.
Meclîsa HEVBENDÎyê berdana kesên binçavkirî xwestibû û ragihandibû ku ew ê parastina biryarên konferansê û bernameya pejirandî bidomîne. PSK û PWKê operasyon protesto kiribûn, DEM Partiyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan dabû.
Kampanyaya îmzeyan didome
Em kampanyaya îmzeyan a ku me piştî binçavkirinan da destpêkirin didomînin. Daxwaza me ya nû girtina lêpirsînê ye. Ji bo ku lêpirsîn bê girtin em berhevkirina îmzeyan didomînin.
Heta niha daxuyaniyek li ser girtina lêpirsînê nehatiye dayîn.