
HEVBENDÎ: Îradeya Yekîtiya Neteweyî û Ezmûna li Pêşiya Wê
Piştî konferansa ku di 7ê Mijdara 2026an de li Amedê hat lidarxistin, daxuyaniya encamê ya ku hat eşkerekirin, damezrandina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ango HEVBENDÎyê radigihîne. Avakirina banekî neteweyî yê hevpar ji aliyê partiyên siyasî, tevger û kesayetên serbixwe yên cuda ve, dema ku em perçebûna di nava siyaseta kurdî de li ber çavan digirin, gaveke ku divê girîngiyê bidinê ye. Lê belê, watedarbûna destpêşxeriyekê nayê wê wateyê ku ew ji aliyê siyasî ve têrker e. Pêwîst e mirov daxuyaniyê hem li ser bingeha derfetên ku dihewîne û hem jî li ser bingeha pirsên ku bi vekirî hiştiye, binirxîne.
Pêşî divê ez helwesta xwe diyar bikim: Ez endamê Înîsiyatîfa Kurdistanê me ku di damezrandina HEVBENDÎyê de cih girtiye. Ji ber vê yekê, ez ne çavdêrek im ku bi temamî li derveyî vê destpêşxeriyê disekinim. Lê belê, ev endametî berpirsyariya min a li hemberî metna ku derketiye holê ya bi çavekî rexneyî lê binêrim, kêm nake. Berpirsyariya li hemberî avahiyekê ku mirov tê de ye, pêwîst dike ku mirov kêmasiyên wê jî bi eşkereyî biaxive.
Aliyê herî xurt ê daxuyaniyê ew e ku pirsgirêka kurdî li ser bingeha hebûna neteweyî û mafên kolektîf dinirxîne. Vê daxuyaniyê tekezî li ser mafê miletê kurd ê çarenivîsa xwe diyar bike, li ser axa xwe xwedî serwerî û statuya siyasî be kiriye û bi vî awayî îradeya siyasî ya gel xistiye navenda nîqaşê. Ji parastina ziman û çandê wêdetir, mafê kurdan ê rêvebirina xwe tîne rojevê. Ev, ew tercîha bingehîn e ku giraniya siyasî ya metnê pêk tîne.
Lê belê, ne diyar e ku ev maf wê li gorî kîjan armanca siyasî bê parastin. Di daxuyaniyê de behsa serweriyê, statuya siyasî û rêvebirina xwe tê kirin; lê têkiliya van bi serxwebûnê, federasyonê an jî statuyeke din ve nayê diyarkirin. Ji bo ku saziyên xwedî bernameyên cuda karibin li hev bikin, ev kêmasiya zelaliyê tê fêmkirin. Dîsa jî, gotineke ku di qonaxa damezrandinê de lihevkirinê hêsan dike, dibe ku di pêşerojê de ber bi aliyên cuda ve bê kişandin.
Li gorî baweriya min, divê garantîya mayînde ya mafên neteweyî yên Kurdan, bi armanca dewletbûnê re were fikirîn. Lê ev nêrîna min a siyasî ye; nayê wê wateyê ku wekî biryareke hevpar a ku di danezanê de bi eşkereyî hatiye pejirandin, were pêşkêşkirin. Yek ji nîqaşên li pêşiya HEVBENDÎyê ew e ku dê prensîba çarenûsa xwe diyar kirinê, bi kîjan bernameya siyasî ya şênber ve girê bide.
Aliyekî din ê girîng ê danezanê ew e ku pêşbînî dike saziyên beşdar, bi parastina nasnameyên xwe li ser zemîneke hevpar bicivin. Yekîtiya neteweyî bi rakirina cudahiyan nayê avakirin. Karîna kevneşopiyên cuda ya ji bo bi hev re xebitînê li ser bingeha wekheviyê, dikare bersiva civakî ya vê hevkariyê jî xurt bike. Pêkanîna vê yekê jî bi pêvajoyên biryardanê, rêkûpêkiya temsîliyetê û rêbazên çareserkirina nakokiyan ve girêdayî ye.
Li gorî daxuyaniya encamê, mecliseke ji 51 kesan hatiye hilbijartin û hilbijartina komîteya rêveber a ji neh kesan jî ji bo civîna yekem a meclisê hatiye hiştin. Ev yek destpêkeke rêxistinî nîşan dide. Lê belê ji daxuyaniyê nayê fêmkirin ku meclis ji kê pêk tê, nûnertî li gorî kîjan pîvanan hatiye diyarkirin û jin û ciwan di pêvajoyên biryardanê de heta çi astê cih digirin. Bêbersivmayîna van pirsan nayê wê wateyê ku rêziknameyên têkildar nînin; tenê nîşan dide ku metna ji bo raya giştî hatiye eşkerekirin, di van mijaran de agahiyên sînordar dide. Ji bo avakirina baweriyê, girîng e ku bername, rêgezên xebatên hundirîn û avahiya nûnertiyê gihîştbar bin.
Divê girtîbûna konferansê ya li hember çapemeniyê jî di heman çarçoveyê de bê nirxandin. Civînên girtî dibe ku derfetê bidin beşdaran ku bi awayekî azadtir nîqaş bikin. Lê belê pêkhateyeke ku bi îdîaya neteweyî derdikeve pêşberî raya giştî, divê piştî damezrandinê şefafiyetê xurt bike. Ne bes e ku raya giştî tenê encamê bizanibe; divê bigihîje wan agahiyan jî ku bikaribe biryaran binirxîne.
Rexneya ku di daxuyaniyê de li hemberî nêzîkatiyên dewleta Tirk û beşên ku wekî "entegrasyonîst" tên binavkirin tê kirin, sînorên siyasî yên vê hevbendiyê diyar dike. Şert dîtina naskirina hebûna neteweyî û mafên kolektîf ên Kurdan ji bo hevparîyê, helwesteke tê fêmkirin e. Xala ku divê li vir bal were kişandin, cudakirina înkarkirina mafan ji rêyên siyasî yên cuda yên ku ji bo bidestxistina van mafan tên pêşniyarkirin e. Xistina her derdoreke siyasî ya Kurd a ku stratejiyên cuda diparêze di heman kategoriyê de, dibe ku armanca berfirehbûnê lawaz bike. Ji ber vê yekê pêwîst e ku pîvanên hevparîyê konkret û cihê nîqaşê bin.
Girîngîdana bi piştevaniya çar parçeyên Kurdistanê û dîplomasiya navneteweyî jî xwedî nirx e. Ji bo ku ev yek bandorker be, pêwîstî bi bernameyeke xebatê heye ku şert û mercên cuda yên her parçeyekê li ber çavan bigire û muhatab û daxwazên xwe diyar bike. Referansa ku ji bo hiqûqa navneteweyî tê kirin, bi zelalkirina wê yekê ku kîjan maf bi kîjan mekanîzmayan dê bên parastin, dikare bibe amûreke siyasî.
Ezmûna sereke, têkiliya ku wê bi civakê re bê danîn e. Hatina partî û kesayetiyan a cem hev, bi xwe re temsîliyeke berfireh a civakî çênake. Îradeya damezrandina HEVBENDÎyê, nayê wateya desthilateke temsîliyê ya berfireh ku ji civakê hatiye girtin. Desthilateke wiha; bi beşdarbûn, bawerî, berdewamî û hesabdayînê di nav demê de tê bidestxistin.
HEVBENDÎ, îradeya avakirina zemîneke neteweyî ya hevpar di siyaseta kurdî de tîne ziman. Pêwîst e nirxê vê îradeyê bê dayîn. Heman cidiyet, zelalkirina armancên siyasî û vekirina xebatên rêxistinî ji bo nirxandina raya giştî jî dixwaze.
Tiştê ku îro derketiye holê, destpêkek e. Gelo ev destpêk wê bibe hêzeke siyasî ya mayînde an na, gavên ku piştî daxuyaniya damezrandinê bên avêtin wê vê yekê diyar bikin. Ez jî wê vê avaniya ku ez bi xwe jî parçeyek ji înîsiyatîfa wê me, bi lênerîna li ser têkiliya di navbera prensîbên hatine ragihandin û karên hatine kirin de binirxînim.