PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Hollandayê sê dibistanên nû yên zimanê kurdî hatin vekirin
Bi dibistanên ku li Den Haag, Nijmegen û Apeldoornê hatine vekirin re, eleqeya ji bo perwerdeya kurdî zêde dibe.

Li Hollandayê sê dibistanên nû yên zimanê kurdî hatin vekirin

Bi dibistanên ku li Den Haag, Nijmegen û Apeldoornê hatine vekirin re, eleqeya ji bo perwerdeya kurdî zêde dibe.

Bi kordînasyona hevbeş a Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê û Konfedirasyona Diasporaya Kurdistanê, li Hollandayê sê dibistanên nû yên zimanê kurdî hatin vekirin. Dibistan li bajarên Den Haag, Nijmegen û Apeldoornê dest bi kar kirin û bi vê yekê re hejmara dibistanên kurdî li wî welatî gehişt şeşan.

Rêvebera dibistanê Roza Heme Kerim diyarkir ku wan di rojên yekê de tenê bi çar zarokan dest bi projeyê kiribû, lê îro hejmara xwendakarên qeydkirî gehiştiye 60î. Ders hem bi zaravayê soranî hem jî bi kurmancî tên dan û ligel malbatên kurd, hin zarokên hollandî jî ji bo fêrbûna kurdî hatine qeydkirin.

Kerim anî ziman ku daxwaza malbatan a ji bo fêrkirina zimanê dayikê ji bo zarokên wan her sal zêdetir dibe û ji bajarên wekî Amsterdam û Utrechtê jî daxwazên dibistanên nû digehêjin wan. Armanca sereke ya dibistanan biparastina nasnameya çandî û neteweyî ye û xurtkirina peywendiyên nifşên nû bi welatê wan re ye.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler