
Peyama Pîrozbahiyê Ya KOMKAR-Almanya Yê Bo Şîda Bazyar
Ev serkeftina hêja ne tenê serkeftina nivîskarekî Kurd e; ew di heman demê de serbilindiyeke mezin ji bo wêjeya Kurdî, zimanê Kurdî û hafizaya çandî û d.
Rûpelê malêNûçe Nûçe Peyama Pîrozbahiyê Ya KOMKAR-Almanya Yê Bo Shîda Bazyar Ji Komkar.eu Weşandin Oct 7, 2026 Bi kefxweşî, serbilindî û dilşadiyeke mezin em agahdar bûn ku we bi romana xwe Die Lücken xelata girîng a wêjeyê li Almanyayê wergirtiye.
Peyama Pîrozbahiyê Ya KOMKAR-Almanya Yê Bo Shîda Bazyar
Brêz Shîda Bazyar,
Bi kefxweşî, serbilindî û dilşadiyeke mezin em agahdar bûn ku we bi romana xwe Die Lücken xelata girîng a wêjeyê li Almanyayê wergirtiye.
Ev serkeftina hêja ne tenê serkeftina nivîskarekî Kurd e; ew di heman demê de serbilindiyeke mezin ji bo wêjeya Kurdî, zimanê Kurdî û hafizaya çandî û dîrokî ya gelê Kurd e. Di dîroka dirêj a gelê me de, nivîsandin û parastina zimanê Kurdî her tim ji bo domandina nasname, bîranîn û hebûna me roleke girîng lîstiye. Ji ber vê yekê, her berhema wêjeyî ya ku dengê Kurdî digihîne qadên navneteweyî, parçeyek ji vê rêya dirêj a parastin û veguhastina bîranîna kolektîf a gelê me ye.
Ev serkeftin ji bo nifşên îro û yên sibê jî hêvî û cesaretê diafirîne ku ziman û çanda xwe bi hez û bawerî bidomînin.
Ez, li ser navê Yekîtiya Komelên Kurdistan – KOMKAR li Almanya, û bi navê hemû endam û alîgirên rêxistina me, bi dil û can vê serkeftina te ya hêja pîroz dikim.
Em hêvîdar in ku ev xelat bibe destpêka gelek serkeftinên din, berhemên nû û rêyekî dirêj û serbilind di qada wêjeyê de. Bila qelema te her tim ji bo ziman, çand, bîranîn û hêviyên gelê me biafirîne û bila dengê wêjeya Kurdî her ku diçe li cîhanê bêhtir were bihîstin.
Pîroz be, Shîda Bazyar!
Her bijî wêjeya Kurdî!
Her bijî ziman û çanda Kurdî!
Bi rêz û silavên germ,
Sebahattin Aras
Serokê KOMKARê