
Ji Serokê Bajarê Wanê yê HÜDA PARê Sayğın ji bo Ewlehiya Trafikê Banga Lezgîn
Li Wanê di neh mehên pêşî yên salê de di 1.440 qezayan de 13 mirî û 2.387 birîndar hene, Sayğın daxwaz kir ku ewlehiya rêyan bête zêdekirin.
Serokê Bajarê Wanê yê Partiya Doza Azad (HÜDA PAR) Parêzer Rasim Sayğın bala mirovan kişand ser qezayên trafikê yên ku di van demên dawî de peyrewî hev çêbûne û diyarkir ku divê ewlehiya rêyan bête başkirin, xaçerêyên bi xeter ji nû ve bên tespîtkirin û kontrola ajokaran bête zêdekirin.
Sayğın ragihand ku li Wanê di neh mehên pêşî yên salê de bi tevahî 1.440 qezayên giran yên trafikê çêbûne, di van qezayan de 13 kesan li cihê rûdanê giyanê xwe ji dest dane û 2.387 kes jî birîndar bûne. Di meha Îlonê de jî di 174 qezayên weha de kesekî giyanê xwe ji dest da, 279 kes birîndar bûn û di 207 qezayan de jî zirara maddî çêbû.
Sayğın di daxuyaniya ku li avahiya partiyê ji bo rojnamvanan da de diyar kir ku nabe qeza tenê ji ber şaşiyên ajokaran bên dîtin. Wî da zanîn ku divê binesaziya rêyan, rêkxistina xaçerêyan, nîşaneyên trafikê û kontrol bi hev re bên nirxandin. Wî got ku heke saziyên peywendîdar bi hevgirtinî û bi awayekî domdar rêgaran bigirin, mirina mirovan dikare bête kêmkirin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi