
Hûsiyan li Erebistana Siûdî êrîşî binesaziyên petrolê û nuqteyên leşkerî kirin
Hûsiyên Yemenê yên bi piştgiriya Îranê, bi balafirên bêmirov û mûşekên balîstîk êrîşî stasyona borîya petrolê ya Rojhilat-Rojava, sazgeha petrolê ya Yenbûyê, Balafirgeha Şerûreyê û Baregeha Hewayî ya Hemîs Mûşêtê kirin.
Hûsiyên li Yemenê yên bi piştgiriya Îranê, ragihandin ku wan li Erebistana Siûdî bi balafirên bêmirov (ÎHA) û mûşekên balîstîk êrîşî çar hedefên cuda kirine. Êrîş li ser stasyona pompê ya hejmar 7 a li ser borîya petrolê ya Rojhilat-Rojava, sazgeha petrolê ya Yenbûyê, Balafirgeha Şerûreyê û Baregeha Hewayî ya Hemîs Mûşêtê hatin kirin.
Êrîşa yekem bi ÎHA'yê li ser stasyona pompê ya hejmar 7 a li ser borîya petrolê ya Rojhilat-Rojava ku ji bajarê Bûqeyqê yê li rojhilatê Erebistana Siûdî heta Yenbûya li ber Deryaya Sor dirêj dibe, hat kirin û hat îdiakirin ku hedef hatiye lêdan. Ev borîya petrolê nêzî 1.200 kîlometre dirêj e û rê dide Erebistana Siûdî ku rojane nêzî 7 milyon bermîl petrolê bêyî ku biçe Tengava Hurmizê, bi rêya Deryaya Sor hinarde bike.
Êrîşa duyem bi mûşeka balîstîk li ser sazgeha petrolê ya li Yenbûyê hat kirin. Di êrîşa sêyem de, ÎHA'yek ber bi balafireke veguhestina leşkerî ya li Balafirgeha Şerûreyê ve hat şandin. Êrîşa çarem jî bi mûşeka balîstîk li ser Baregeha Hewayî ya Hemîs Mûşêtê pêk hat; Hûsiyan diyar kirin ku ev êrîş jî rasterast li hedefê ketiye.
Rayedarên Erebistana Siûdî derbarê cihê êrîşan û encamên wan de hêj ti daxuyanî nedane. Di şerê navxweyî yê Yemenê de ku piştî kontrolkirina paytext Sana û hin parêzgehan ji aliyê Hûsiyan ve di sala 2014an de dest pê kir, Hevbendiya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî ji sala 2015an ve piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin. Di demên dawî de ku pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de zêde bûne, Hûsî Erebistana Siûdî wek berpirsê êrîşên li ser xwe nîşan didin û berdewam dikin li dijî vî welatî êrîşên bi vî rengî pêk bînin.
Çavkanî: Rûdaw