
Wezareta Navxweyî operasyona behsa neyasa ragihand: Li 34 bajaran 100 gumanbar hatin girtin
Wezareta Navxweyî ragihand ku di operasyoneke hemdem de li 34 bajaran 100 kesên ku bi sûcên behsa neyasa û spîkirina pereyên reş dihatin tohmetbarkirin hatin girtin.
Di çarçoveya projeya 7 mehan de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nevşehirê û Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber a Emniyeta Nevşehirê ve dihat meşandin de, li dijî behsa neyasa û spîkirina dahatên sûc li 34 bajaran li ser 181 navnîşanan operasyona hemdem hat kirin. Di operasyonê de 818 polis, 40 personelên tevgera taybet, 2 balafirên bêmirov û segê tespîtkirina narkotîkê cih girtin û 100 gumanbar hatin girtin.
Hat diyar kirin ku gumanbaran li Avanosê bi cihê şahiyê û li Adanayê bi hin kes re peywendî danîne, agahiyên hesabên bankan kom kirine û dahatên ji sûc bi rêya borsayên krîpto û zêrkeran spî kirine. Di hesabên şirketan û kesên ku van gumanbaran vekirine de nêzîkî 20 mîlyar TL qebûla karûbaran hat dîtin. Her weha hat tespîtkirin ku 6 zêrkeran di spîkirina dahatên ji sûc de rol lîstine.
Di encama operasyonê de 6 demançeyên bêmolet, 2 tivingên bêmolet, şûr demançeyek, gelek fîşek, kartên bankayê yên cuda û materyalên dîjîtal hatin desteser kirin. Her weha dest hate danîn ser 23 milkên guhestibar, 30 milkên ne-guhestibar û nêzîkî 1 mîlyar TL dahatên ji sûc ku yên 26 gumanbaran bûn. Hat ragihandin ku 7 gumanbar ji ber sûcên din jixwe girtî ne, 4 gumanbar li derva ne û xebatên ji bo girtina gumanbarên ku reviyane berdewam dikin.
Çavkanî: Tigris Haber