PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Tenduristî & Werzîş
Tenduristî & Werzîş

Li Almanya Du Ciwanên Kurd Yên 14 Salî Di Kick Boksê De Bûn Şampiyonê Cihanê
Li nêzîkî Kölnê, du werzişvanên Kurd yên 14 salî bi rahênana dijwar di tîma MTC Fighter Team de şampiyoniya Kupa Cihanê bi dest xistin.

Li Almanya Du Ciwanên Kurd Yên 14 Salî Di Kick Boksê De Bûn Şampiyonê Cihanê

Li nêzîkî Kölnê, du werzişvanên Kurd yên 14 salî bi rahênana dijwar di tîma MTC Fighter Team de şampiyoniya Kupa Cihanê bi dest xistin.

Elend Ahmed û Alan Gulabi yên 14 salî ku li bajarokê Lechenich ê nêzîkî bajarê Köln ê Almanya dijîn, bi serkeftinên xwe yên di kick boksê de balê dikşînin ser xwe. Elend li Rojava hatiye dinyayê û Alan jî li bajarê Piranşar ê Rojhilat hatiye dinyayê. Her du jî li Almanya di klûba MTC Fighter Team de rahênanê dikin.

Ev du werzişvanên ciwan bi karê xwe yê bi dîsîplîn serkeftin û kemberên giring bi dest xistin. Elend berî du heftiyan di Kupa Cihanê de bû şampiyon, Alan jî hefteyê heft rojan bê rawestan rahênanê dike û gehiştiye astên weha bilind. Her du werzişvan jî guh didin şîretên rahênêrên xwe ku ji şerên kolanan dûr bisekinin û bi tolerans bin.

Rahênêrên wan yên li Almanya ji guhertina di kesayetiya Elend û Alan de kêfxweş in. Rahênêr diyar kir ku di destpêkê de ew şermok bûn, lê bi berdewamiya werzişê re baweriya wan bi xwe zêde bû û bi taybetî di Alan de ev guhertin gelek diyar e. Klûb mezaxtinên pêşbirkê, cil û berg û alavên werzişê yên van du ciwanan dabîn dike û piştgiriya armanca wan ya bûn profesyonel dike.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler