
Parlementoya Kurdistanê piştî xetitîna 2 salan dicive
Parlementoya Kurdistanê piştî piştî du salan ku girtî bû, îro bi beşdariya 51 parlementeran civîna xwe vedike.
Parlementoya Kurdistanê piştî ku zêdetirî du salan girtî ma, di 4ê Mijdara 2026an de di saet 11.00an de li hola civînê dicive. Xetitîna ku demeke dirêj dom kir, di mijarên wekî avakirina hikûmeta nû û hilbijartina Desteya Serokatiyê de astengiyên siyasî û hiqûqî derxistin holê û bû sedema valahiyeke qanûnî.
Serokê Desteyê Erdelan Sersipi diyar kir ku ji bo ku civîn ya qanûnî bê pejirandin 51 parlementer bes in û hilbijartina Desteya Serokatiyê dê tenê 10 deqeyan bikişîne. Wî teqez kir ku amadekariyên teknîkî û kargêrî hatine temamkirin, rojev bi tevahî vekirî ye û li gorî rêziknameya navxweyî 51 parlementer piraniya qanûnî pêk tînin.
Parlementerê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nesret Sofî daxwaz kir ku hemû fraksiyon di civînê de amade bibin. Sofî diyar kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din jî bang li beşdariyê kirine, lê YNK tercîh dike ku civîn heta ku peymana siyasî pêk tê bê paşxistin.
Çavkanî: Kurdistan24