PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Îlham Ehmed: Komên çekdar rê li ber vegera malbatên Efrînî digirin
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed diyar kir ku hebûna komên çekdar li Efrînê, rê li ber vegera xelkê koçber bo ser axa wan digire.

Îlham Ehmed: Komên çekdar rê li ber vegera malbatên Efrînî digirin

Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed diyar kir ku hebûna komên çekdar li Efrînê, rê li ber vegera xelkê koçber bo ser axa wan digire.

Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed da zanîn ku hebûna komên çekdar li Efrînê hîn jî berdewam e û ev yek mezintirîn asteng e li pêşiya vegera xelkê koçber bo ser axa wan a resen.

Ehmed tekez kir ku li herêmê û gundan binpêkirinên giran ên mafan tên kirin, dest danîne ser mal û zeviyên çandiniyê yên sivîlan, berhemên zeytûnan tên talankirin, bacên neyasayî li ser xelkê tên ferzkirin û zextên giran li ser wan hene.

Ehmed diyar kir ku kesên dest danîne ser milkên xelkê, koçberan ji mafê wan ê vegerê bêpar dihêlin û got, hin kesên ku karîne vegerin jî, ji ber ku nikarin li malên xwe bi cih bibin, neçar dimînin bi kirê bijîn.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya lihevkirina di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, beşek ji koçberên Efrînî karîne vegerin welatê xwe, lê vegera beşeke mezin a wan hîn jî tê astengkirin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler