
Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku Rêya Pêşketinê di axa wê re derbas bibe
Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê diyar kir ku sêwirana niha ya projeyê ti feydeyê nagihîne herêmê û bi awayekî fermî daxwaz kir ku beşek ji rê û rêhesin di Kurdistanê re derbas bibe.
Berpirsê Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê ya Herêma Kurdistanê Agrîn Ebdullah, roja Çarşemê 28ê Cotmehê ji Rûdawê re ragihand ku piştî lêkolîna li ser nexşeya destpêkê ya projeya "Rêya Pêşketinê", wan dît ku sêwiran li gorî berjewendiyên Herêma Kurdistanê nîne. Ebdullah tekez kir ku rêhesin û rêya bejahî ya niha di ti beşeke Kurdistanê re derbas nabe.
Wezaretê ragihand ku ew ê gilî û nêrînên xwe yên derbarê projeyê de di raporekê de kom bikin, hefteya bê wê raporê pêşkêşî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bikin û piştre wê bişînin Bexdayê. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ew ê bi awayekî fermî daxwaz bikin ku beşek ji xetên bilez û rêhesinên di çarçoveya "Rêya Pêşketinê" de, di Herêma Kurdistanê re bên derbaskirin.
Proje xetek bi dirêjahiya 1.200 kîlometreyan e ku ji Bendera Faw a li Besrayê dest pê dike û heta sînorê Tirkiyeyê dirêj dibe; ji xetên veguhastina bar û rêwiyan û rêhesinê pêk tê. Mesrefa giştî ya projeyê 17 milyar dolar tê texmînkirin; 10,5 milyar dolar ji bo kirîna trênên elektrîkî yên modern û 6,5 milyar dolar jî ji bo rêhesinê hatiye veqetandin. Tê armanckirin ku qonaxa yekem di sala 2028an de û qonaxa dawî jî di sala 2050î de bi dawî bibe. Di sêwirana niha de tenê beşek ji 10-11 kîlometreyan a li pişt Bendava Mûsilê di projeyê de cih girtiye û rêyên stratejîk tenê di navçeyên Erebên Şîe û Sunnî re derbas dibin, herêmên Kurdan hatine derxistin.
Çavkanî: Rûdaw