
Zanyarên Awustralyayî Kûçikekî Robotîk ê bi Şaneyên Mejiyê Mirovan Pêş Xistin
Bi entegrekirina neuronên zindî yên mirovan li ser çîpên sîlîkonê, kûçikekî robotîk ê ku fermanên tevgerê dide hat afirandin.
Şirketa biyoteknolojiyê ya bi navenda xwe li Awustralyayê Cortical Labs, bi entegrekirina şaneyên mejiyê mirovan ên ku di hawîrdora laboratuvarê de zêde kirine li ser çîpên sîlîkonê, li ser kûçikekî robotîk ê fîzîkî serkeftin bi dest xist. Teknolojiya bîyo-çîpê, cara yekem e ku li ser sîstemeke robotîk a fîzîkî tê bikaranîn.
Neuronên zindî, bi rêya elektrodên li ser çîpê sînyalên elektrîkê yên du-alî distînin û dişînin; ev sînyal li ser kûçikê robotîk vediguherin fermanên tevgerê yên di cîhana rastîn de. Berê heman bîyo-çîpan di hawîrdora sanal de lîstikên vîdyoyê yên wekî "Pong" û "Doom" lîstibûn.
Modela ku hatiye pêşxistin, li gorî îstixbarata çêkirî ya kevneşopî kêmtir enerjiyê xerç dike û dikare zû xwe li şert û mercên nû biguncîne. Bi hevkariya Honda Research Institute Europe, bi hezaran saetan di sîmulasyonên sanal de hatiye perwerdekirin û armanc ew e ku robot di rewşên aloz de bi refleksên zindî biryaran bidin.
Proje hîn di qonaxa destpêkê de ye; di demên pêş de tê plankirin ku nifşê nû yê robotên otonom ên ku dikarin fêr bibin û bersivên mîna yên mirovan bidin, di şert û mercên dijwar ên wekî lêgerîn û rizgarkirinê de bên bikaranîn.
Çavkanî: Kurdistan24