
Serokwezîrê Iraqê Zeydî Li Curf el-Saharê Pêvajoya Desthilata Dewletê bi Tek Al û Tek Fermandariyê Radigihîne
Serokwezîr Elî Falih Zeydî ragihand ku li seranserê axa Iraqê pêvajoya desthilata dewletê dê ji Curf el-Saharê dest pê bike û hêzên çekdar dê li bin tek al, tek fermandarî û tek qanûnê bibin yek.
Serokwezîrê Iraqê û Fermendarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî, piştî ku yekîneyên leşkerî yên Iraqê di 20ê Mijdara 2026an de ketin nahiya Curf el-Saharê, ji Odeya Operasyonên Leşkerî bang li hêzên çekdar kir. Zeydî diyar kir ku pêvajoya pêkanîna desthilata dewletê li seranserê axa welat ji Curf Saharê dest pê kiriye.
Zeydî şîreta "aştî û aqilmendiyê" li yekîneyan kir û got, "em şer nakin; li wê derê herkes birayê we ye." Zeydî destnîşan kir ku ev pêvajo ne dûrxistinê, lê hembêzkirinê dixwaze û got ku herkes dê li bin tek al, tek fermandarî û tek qanûnê di nav hêzên çekdar de cih bigire.
Zeydî diyar kir ku biryara li ser nebûna ti çekan ji bilî desthilata dewletê teqez e û got, "Ji bilî çekê Iraqê ti çek, ji bilî biryara Iraqê ti biryar nîn e." Zeydî da zanîn ku li bin ala Iraqê ti aleke din naye bilindkirin. Zeydî spasiya piştevaniya gel a ji bo parastina dewlemendiya welat û rêgirtina li ber gendelî û serhildanê kir û li ser gotina xwe zêde kir ku ev pêvajo destpêka Iraqeke bihêz, yekgirtî û dadperwer e.
Çavkanî: Kurdistan24