
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî gel Nûnerê Taybet ê DYA'yê Tom Barrack Civiya
Her du mezinan mijarên kêmkirina rageşiya herêmî û zêdekirina hevkarîya aborî gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî gel Nûnerê Taybet ê Serokê DYA'yê Donald Trump, Tom Barrack hat cem hev. Di civînê de hat rojevê ku ji bo kêmkirina rageşiyê, kontrolkirina qeyranan û rêgirtina li belavbûna pevçûnan xebatên dîplomatîk bêne zêdekirin.
Liyan nirxandin li ser xurtkirina peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û DYA'yê de, pêşxistina hevkariyê û pêşvebirina hevkarîya di warên aborî û veberhênanê de kirin. Pirsgirêkên ewlehî û aramiya li herêmê jî bûn beşek ji vê civînê.
Barrack paşî civînê di hesabê xwe ê medyaya civakî de daxuyaniyek da û diyar kir ku welatên herêmê bi hev ve girêdayî ne û pirsgirêk nikarin ji aliyê welatekî bi tenê an jî hêzeke derve ve bêne çareserkirin. Barrack destnîşan kir ku Iraq li cihê girêdayîbûnê serweriyê, li cihê rawestanê veberhênanê hildibijêre û diyar kir ku DYA kêfxweş e ku li cem Iraqê ye û ew ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du welatan de dixebitin.
Çavkanî: Kurdistan24