
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Rawestîna Hinardeya Petrolê ya ji Tengava Hurmuzê 60 Milyar Dolar Zirar Da
Fûad Huseyîn bal kişand ser zirara 60 milyar dolarî ku ji ber rawestîna hinardeya petrolê ya ji Tengava Hurmuzê çêbûye û hişyarî da ser xetera şerekî nû li herêmê.
Fûad Huseyîn di daxuyaniya xwe ya ji bo Al Jazeera re ragihand ku ji ber rawestîna hinardeya petrolê ya ji Tengava Hurmuzê, nêzîkî 60 milyar dolar zirar gihîştiye Iraqê û got ku şert û mecalên niha yên Rojhilata Navîn nîşana îhtimala şerekî nû li herêmê didin.
Wezîr diyar kir ku DYA'yê bi awayekî fermî daxwaz ji Iraqê kiriye ku hemû deriyên xwe yên sînorî yên bi Îranê re bipêçe, ji bilî du deriyan. Wî teqez kir ku Bexda peywendiyên xwe yên dostaniyê bi Îranê re berdewam dike, lê ew rê nadin ku Îran destwerdanê di karên hundirîn ên Iraqê de bike.
Huseyîn anî ziman ku agahiya wan heye ku hinek aliyên derve axa Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran bikar tînin û ew hewl didin pirsgirêkên xwe yên bi Erebistana Siûdî re bi rêya diyaloga rasterast çareser bikin.
Her wiha di dosyeya hesas a xistina çekan di bin kontrola dewletê de, wezîr diyar kir ku Serokwezîr Elî Zeydî bi komên "Esaîb Ehl el-Heq" û "Ketaîb Seyîd eş-Şuheda" re li ser kontrolkirina çekan li hev kiriye û got ku muzakereyên wan bi komên "Tevgera Nuceba" û "Ketaîb Hizbullah" re hîn berdewam dikin.
Çavkanî: Kurdistan24