
Hêzên Çekdar ên Iraqê ketin Curf Sexerê û baregeheke kontrolê ava kirin
Hêzên Çekdar ên Iraqê ketin herêma Curf Sexerê ya li bakurê parêzgeha Babîlê û baregeheke fermî ya kontrolê ava kirin.
Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku ew ketine herêma Curf Sexerê (Curf en-Nesr) ya li bakurê parêzgeha Babîlê ku bi îdiayên qaçaxçitiya petrolê di rojevê de bû û li wir "Baregeheke Kontrolê" ya girêdayî Fermandariya Polîsên Federal hatiye avakirin.
Fermandarê Baregeha Kontrolê General Ehmed Hatim Hemîd diyar kir ku vekirina baregehê bi talîmata Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê pêk hatiye û pêvajoya radestkirina erkê ya yekîneyan dest pê kiriye. Ewlehiya herêmê wê bi hevbeşî ji aliyê tîmeke Artêşa Iraqê, tîmeke Polîsên Federal, du tîmên Heşdî Şebî û tabûreke komandoyan a Polîsên Enerjiyê ve were parastin.
Serokê Hujreya Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê General Seid Mean got ku roja şemiyê saet di 06.00an de rêya sereke ya di navbera herêma Faziliye û parêzgeha Kerbelayê de ji bo çûnûhatina sivîlan wê were vekirin û xelkê Curf Sexerê wê di demeke kurt de dest bi vegera malên xwe bikin.
Fermandarê Polîsên Enerjiyê General Hemîd Huseynî diyar kir ku ji bo parastina xeta boriyê ya petrolê ya 5 kîlometreyî ya li herêmê, tabûreke komandoyan hatiye erkdarkirin û ev yekîne derbasî herêma Curf Nesrê bûye. Cîgirê Sererkan Yasir Îsewî tekez kir ku koordînasyona di navbera yekîneyan de wê rê li ber tevliheviyên di navbera dezgehên ewlehiyê de bigire.
Çavkanî: Rûdaw