
Hejmara dibistanên ku dersa Kurdî lê tê dayîn li Maysanê ji 8’an derket 65’an
Li parêzgeha Maysanê ya li başûrê Iraqê, hejmara dibistanên ku dersa Kurdî lê tê dayîn di du salên dawî de ji 8’an derket 65’an.
Li parêzgeha Maysanê ya li başûrê Iraqê, hejmara dibistanên ku dersa Kurdî lê tê dayîn di du salên dawî de bi awayekî berbiçav zêde bû û ji 8’an derket 65’an.
Rêveberê Giştî yê Perwerdehiya Maysanê Cewad Kazim Sultan diyar kir ku ji bo piştgiriya piralîbûna çandî û belavkirina zimanê Kurdî di nava xwendekaran de, wan qada dersan berfireh kirine. Sultan da zanîn ku wan kadroyên nû yên mamosteyan perwerde kirine, mufredatên guncaw peyda kirine û li hundir û derveyê parêzgehê kursên perwerdehiyê li dar xistine.
Rêveberê Perwerdehiya Kurdî ya Maysanê Heyder Tahir Mihemed got ku zêdebûna hejmara dibistanan cihê kêfxweşiyê ye û perwerdehiya Kurdî ne tenê bi dibistanên navîn û amadehiyê re sînordar maye, lê belê bi awayekî berfireh di enstîtuyên hunerên xweşik û dibistanên pîşeyî de jî didome. (İHA)
Çavkanî: Kurdistan24