PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Navenda Mafên Mirovan a Iraqê: Bermahiyên Şer Jîngehê Dixin Xeterê
Li Iraqê 2 hezar û 583 kîlometre çargoşe erd bi mayîn û teqemeniyên neteqiyayî hatiye dorpêçkirin, ev yek ji bo jîngeh û tenduristiya mirovan heta nifşan dibe xeter.

Navenda Mafên Mirovan a Iraqê: Bermahiyên Şer Jîngehê Dixin Xeterê

Li Iraqê 2 hezar û 583 kîlometre çargoşe erd bi mayîn û teqemeniyên neteqiyayî hatiye dorpêçkirin, ev yek ji bo jîngeh û tenduristiya mirovan heta nifşan dibe xeter.

Navenda Stratejîk a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku piştî şerên çekdarî yên dirêj, mayîn, teqemeniyên neteqiyayî û bermahiyên kîmyayî yên li pey xwe hiştine, ji bo jîngeh û tenduristiya mirovan gefeke cidî ya ku dê heta nifşan bidome, çêdikin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tevî operasyonên leşkerî bi dawî bûbin jî, wê wêraniya ekolojîk bi dehan salan bidome û mafê jiyana di jîngeheke paqij de tê binpêkirin.

Li gorî daneyên Dezgeha Karûbarên Mayînan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS), li seranserê Iraqê qadeke nêzî 2 hezar û 583 kîlometre çargoşe bi bermahiyên şer ên neteqiyayî û mayînan hatiye dorpêçkirin. Ev rewş rê li ber çandinî, projeyên avahîsaziyê û vegera koçberan a bo malên wan digire.

Daneyên Banka Cîhanî nîşan didin ku ziyanên rasterast ên gihîştine çavkaniyên jîngehê 73 milyon dolar (85 milyar dînarên Iraqê) e û ji ber şeran %47ê daristanên xwezayî yên welêt di bin xetera tunebûnê de ne.

Navendê bi bîr xist ku Peymanên Cenevreyê rêbazên şer ên ku zirarên mayînde û giran didin jîngehê qedexe dikin. Navendê bang li hikûmeta Iraqê û saziyên navneteweyî kir ku xebatên paqijkirina mayîn û teqemeniyên neteqiyayî lez bikin, zeviyên çandiniyê yên zirar dîtine nûjen bikin, rêziknameyên yasayî yên neteweyî xurt bikin û planeke çalakiyê ya lezgîn amade bikin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler