
Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Bi gotûbêjên ligel OPECê armanc zêdekirina hinardeyê ye
Iraq ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê û bilindkirina hinardeyê ligel OPECê di gotûbêjan de ye.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed, di daxuyaniyekê de ku di 7ê Mijdara 2026an de da Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê (INA), diyar kir ku welat hewl dide asta berhemanîna petrolê bilind bike û ji bo zêdekirina hinardeyê ligel rêxistina OPECê gotûbêjan dike.
Wezîr tekez kir ku ew li ser kotaya berhemanînê ya rojane ya 4,431 milyon bermîl ku OPECê ji bo Iraqê diyar kiriye, dimînin, lê di navbera kapasîteya berhemanînê û kapasîteya hinardeyê de ferqek heye. Wî ragihand ku di 19ê Çiriya Pêşîn a 2026an de hinardeya petrolê ya rojane derbasî 3,4 milyon bermîlî bûye û li gorî meha borî zêdetirî 400 hezar bermîl zêdebûn çêbûye.
Li gorî belgeyên fermî yên Şirketa Bazirganiya Petrolê ya Iraqê (SOMO), di neh mehên ewil ên sala 2026an de welat zêdetirî 533 milyon bermîl petrola xav hinarde kiriye û di vê heyamê de dahata giştî ya hinardeya petrolê 37,38 milyar dolar bûye. Tevî şert û mercên li Tengava Hurmuzê, bi saya hewldanên SOMOyê di neh mehên dawî de hinardeya rojane ya navînî ya 3 milyon bermîlî hatiye parastin.
Çavkanî: Kurdistan24