Aborî

Bankaya Navendî ya Iraqê îdiayên zêdekirina kotaya dolarê ya tûrîstan red kir
Hat piştrastkirin ku bankayê biryara bilindkirina kotaya dolarê ya tûrîstî ji 2.000 dolaran bo 3.500 dolaran negirtiye.
Bankaya Navendî ya Iraqê ew nûçeyên ku dibêjin kotaya dolarê ya ji bo tûrîstan tê firotin ji 2.000 dolaran bo 3.500 dolaran hatiye zêdekirin, red kir.
Rêveberê Çapemeniyê yê bankayê Heyder Gazî, roja Yekşemê 1ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew belgeya li ser platformên medyaya civakî hatiye belavkirin sexte ye û biryareke wiha nehatiye girtin.
Îdia piştî belavbûna belgeyeke sexte ya ku bi navê Yekîneya Çavdêriya Bankayê ya Bankaya Navendî hatibû amadekirin derketin holê; bankayê dubare kir ku ew ê li ser talîmat û rêkarên xwe yên fermî yên niha bimîne.
Çavkanî: Kurdistan24