
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Plana Kirîna 10 Tankerên Nû Dike
Iraq ji bo zêdekirina hinartina petrolê, plan dike ku 10 tankerên nû yên petrolê bikire.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed, roja şemiyê 21ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand ku ji bo bihêzkirina binesaziya aborî û hinartina petrolê, ew plan dikin 10 tankerên petrolê bikirin.
Wezîr got, di dema borî de plana wan a dabînkirina tankerên ji bo Şirketa Veguhastina Petrolê hebû, lê ji ber kêm bûna budçeyê û pêşîniyên din ên derbarê kapasîteya hinartinê de, neçar man berê xwe bidin keştiyên bi kirê. Wî her wiha anî ziman ku Iraq niha xwediyê 6 tankerên petrolê yên mezinahiya wan navîn û biçûk e.
Basim Mihemed eşkere kir ku ji bo pêşvebirina vî warî û veqetandina budçeyeke taybet, ew ê bi Serokwezîr Elî Zeydî re bicivin û di navbera Şirketa Veguhastina Petrolê ya Iraqê û xwediyên keştiyan de peymanên hevbeş îmze bikin. Armanc ji kirîna tankerên nû ew e ku ew mesrefa berê ji bo kirêkirinê dihat xerckirin, vegere xezîneya dewletê.
Çavkanî: Kurdistan24