
Desteya Veberhênanê ya Iraqê: Ewropa hîn jî Iraqê wekî 'herêma sor' dibîne
Cîgirê Serokê Desteya Veberhênanê ya Iraqê Dr. Salar Mihemed diyar kir ku ji ber fikarên ewlehiyê û gefên DAIŞê, şîrketên Ewropî hîn jî Iraqê wekî herêmeke sor dibînin.
Cîgirê Serokê Desteya Veberhênanê ya Iraqê Dr. Salar Mihemed got ku ji ber fikarên ewlehiyê, gefên DAIŞê û çalakiyên komên çekdar, Iraq hîn jî li cem şîrketên Ewropî di statuya "herêma sor" de ye.
Mihemed diyar kir ku ew modela xaniyan a ku li Herêma Kurdistanê hatiye pêşxistin û qazanceke zêde dide, bi prensîbên mîmariya bilind (avahiyên apartmanî) ve bo Bexda û parêzgehên başûr hatiye veguhastin.
Mihemed îtîraf kir ku hin rayedarên Bexdayê bi hinceta bacên gumrikê astengiyan ji bo şandina berhemên şîrketên Kurdî bo navîn û başûrê Iraqê derdixin, lê wî eşkere kir ku bi avakirina komîteyeke hevbeş ligel Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, nêzîkî %75ê pirsgirêkan hatine çareserkirin.
Wî tekez kir ku %95ê veberhênanên biyanî ji aliyê sermayeya xwecihî ve tên kirin û astengên sereke yên li pêşiya veberhênerên biyanî jî lawaziya ewlehiyê, şaneyên razayî yên DAIŞê û paşmayîna sîstema bankî ne.
Çavkanî: Rûdaw