
Ensarullah el-Evfiya ragihand: Ger DYA esmanê Iraqê bikar bîne dê bersiveke tund bidinê
Tevgera Ensarullah el-Evfiya ragihand ku ger DYA ax û esmanê Iraqê ji bo êrişa li ser Îranê bikar bîne, ew ê bersiveke leşkerî bidinê.
Ji komên çekdar ên li Iraqê Tevgera Ensarullah el-Evfiya diyar kir ku ger DYA esman an jî axa Iraqê ji bo êrişeke li ser Îranê bikar bîne, ew ê bi tundî bersiva hêzên Amerîkî bidin. Berdevkê tevgerê Elî Fetlawî teqez kir ku ev gef li ser wê mercê ye ku Iraq ji bo ti welatekî cîran nebe bingeha êrişê.
Fetlawî banga rêzgirtina li serwerî û esmanê Iraqê li rêveberiya Washingtonê kir û got ku mezinahî û rêbaza bersiva leşkerî ya ji bo binpêkirineke gengaz dê ji aliyê serkirdetiya rêxistinê ve bête diyar kirin. Ev kûma ku berê ji aliyê DYA ve di lîsteya rêxistinên terorê de hatibû cih kirin, di mehên dawî de bi zêdebûna aloziya di navbera Tehran û Washingtonê de bala mirovan dikşîne.
Koma navborî di meha cotmehê de DYA bi wê yekê tawanbar kiribû ku ji bo çalakiyên leşkerî û îstîxbaratî bêtirî 170 caran esmanê Iraqê binpê kiriye. Ensarullah el-Evfiya piştî van binpêkirinan biryardariya xwe ya ji bo parastina serweriya Iraqê û rawestîna li dijî destwerdanên derve dubare kir.
Çavkanî: Kurdistan24