PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Aborî
Aborî

Pasdarên Îranê li Tengava Hurmuzê dest danîn ser du tanker û du firokeyên bêfirokevan ên xwekuj ên DYA'yê
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku dema li Tengava Hurmuzê derbas dibûn du tankerên neftê û keştiyeke kaşker şewitîne û dest li ser du firokeyên bêfirokevan ên xwekuj ên DYA'yê hatiye girtin.

Artêşa Pasdarên Şoreşê ragihand ku dema li Tengava Hurmuzê derbas dibûn du tankerên neftê û keştiyeke kaşker agir girtine. Bi şev tankerek ku di rêya başûr re derbas dibû li mînê xist û şewitî, li aliyê rojhilat jî di super-tankerekê de agir derket; keşitiya kaşker ku ji bo vemirandina agir nêzîk bûbû jî agir girt.

Her wiha, Artêşa Pasdarên Şoreşê diyar kir ku du firokeyên bêfirokevan ên xwekuj ku DYA'yê bi navê "Lucas" çêkirine û tê gotin ku ji firokeya Îranê ya tîpa Şahid-136 hatine kopîkirin, li herêmê bi pergalên şerê elektronîk bi ewlehî hatine daxistin û dest li ser wan hatiye girtin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler