PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Cîhan
Cîhan

Îranê deriyê danûstandinan li gel DYA'yê girt
Îranê ragihand ku di mercên heyî de lihevkirinek li gel DYA'yê çênabe.

Îranê deriyê danûstandinan li gel DYA'yê girt

Îranê ragihand ku di mercên heyî de lihevkirinek li gel DYA'yê çênabe.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî îdîa kir ku DYA dîplomasiyê bo "bidestxistina demê û amadekiriya êrîşeke nû" bi kar tîne û diyar kir ku di mercên heyî de lihevkirin pêkan nîne.

Xerîbabadî teqez kir ku DYA'yê di bersiva xwe ya bo pêşniyara Tehranê de cîbicîkirina hin mercan paşxistiye bo qonaxên piştre û divê garantiya cîbicîkirina hemû mercên Îranê bê dan. Her wiha diyar kir ku dema vekirina Tengava Hurmuzê ya ji hêla Îranê ve ji 7 rojan kêmkirine bo 2 rojan.

Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf heft mercên welatê xwe bi bîr xistin û diyar kir ku eger Washington van mercan qebûl bike deriyê rêkeftinê hêj vekirî ye û Îran di rewşa "ne şer ne aştî" de namîne. Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Beqaî jî egera rawestandina demkî ya xebatên dewlemendkirina urenyumê red kir.

Pêşniyara nûkirî ya Tengava Hurmuzê ku meha borî hatibû pêşkêşkirin; rakirina dorpêça deryayî û ambargoyan, rawestandina şer, azadkirina sermayeyên cemidî, dana tazmînatê, garantiyên ewlehiyê û nasîna rêveberiya hevbeş a Îran û Umanê li Tengavê dihewand. DYA'yê ev merc red kirin û diyar kir ku ew dorpêça deryayî û polîtîkaya "fetisandina aborî" berdewam dikin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler