
Îran îdiaya êrîşa li ser baregehên DYA'yê yên li Behreynê dike; CENTCOMê red kir
Dema ku Pasdarên Şoreşa Îranê îdia dikin wan êrîşî baregehên DYA'yê yên li Behreynê kirine, Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê (CENTCOM) êrîşê red kir.
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê daxuyand ku wan êrîşek li dijî baregehên leşkerî yên Şêx Îsa û El-Cufeyr ên li Behreynê pêk aniye û bi mûşekekê balafireke şer a F-16 a DYA'yê xistine. Televizyona dewleta Îranê ragihand ku mûşek nêzî balafirê teqiya ye û balafir zirar dîtiye, lewma neçar maye li balafirgeheke nêzîk bi awayekî lezgîn dakeve.
Wezareta Karên Hundir a Behreynê ragihand ku piştî êrîşê li kargeheke pîşesaziyê şewat derketiye û zirarên madî çêbûne, lê ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Hat diyarkirin ku tîmên ku çûne cihê bûyerê hewl didin şewatê kontrol bikin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê (CENTCOM), îdiaya Îranê ya ku êrîşî F-16 a DYA'yê kiriye red kir û daxuyand ku hemû balafirên şer ên DYA'yê yên li Rojhilata Navîn di ewlehiyê de ne û ti êrîşek pêk nehatiye. Di dîmenên ku Îranê belav kirine de dema teqîna mûşekê tê dîtin, lê rewşa balafirê bi zelalî nayê xuyakirin.
Qeterê ji bo navbeynkariya di navbera DYA û Îranê de heyetek şand û ji bo hevdîtinên ku du saetan domiyan çûn Tehranê. Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadi diyar kir ku hevdîtinên hem bi rêya înternetê û hem jî rû bi rû dewam dikin û Îran li gorî berê xurtir e.
Çavkanî: Rûdaw