
Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan Ji Bo Beşdariya COP31ê Çû Tirkiyeyê
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo beşdarbûna di Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de û ji bo axaftinekê bide çû Tirkiyeyê.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo beşdarbûna di Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de û ji bo li wê derê axaftinekê bide çû Tirkiyeyê. Di gihîştina xwe ya Tirkiyeyê de ji aliyê rayedarên welat ve hat pêşwazîkirin.
Di çarçoveya serdana xwe de, Pezeşkiyan dê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û hin rêberên din ên welatên beşdarî konferansê bûne civînên dualî pêk bîne.
Pezeşkiyan berî ku berê xwe bide Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku COP31 derfeteke baş e ji bo hevdîtina li gel rêberên welatên cûda û ji bo zelalkirina helwêsta Îranê ya derbarê bandorên wêranker ên şer û êrişan li ser jîngehê. Her wiha wî got: "Em ê di vê civînê de li ser çalakiyên DYA û Îsraîlê yên ji bo wêrankirina jîngehê biaxivin."
Çavkanî: Kurdistan24