PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Îranê rêzefîlma ‘Yel’ ji ber dîmena hembêzkirinê hat rawestandin
Dadgeha Çand û Medyayê ya Tehranê bi sedema ku li dijî exlaqê giştî ye, ji ber dîmena hembêzkirinê ya di beşê şeşan ê rêzefîlma ‘Yel’ de, weşana wê rawestand.

Li Îranê rêzefîlma ‘Yel’ ji ber dîmena hembêzkirinê hat rawestandin

Dadgeha Çand û Medyayê ya Tehranê bi sedema ku li dijî exlaqê giştî ye, ji ber dîmena hembêzkirinê ya di beşê şeşan ê rêzefîlma ‘Yel’ de, weşana wê rawestand.

Li Îranê rêzefîlma bi navê “Yel”, bi biryara Şaxa 35an a Dadgeha Çand û Medyayê ya Tehranê ji weşanê hat hilanîn. Dadgehê dîmena hembêzkirinê ku di beşê şeşan ê rêzefîlmê de cih digirt, wek naverokeke li dijî exlaqê giştî û sûç bi nav kir.

Di wê dîmenê de, lîstikvana 72 salî Suheyla Rezewî ku rola dayikê dilîze, kurê xwe ê qaçax ê 46 salî ku lîstikvan Babek Hamîdiyan rola wî dilîze û demek dirêj e ew nedîtiye, hembêz dike. Dadgeh û hin bikarhênerên torên civakî dan diyakirin ku di jiyana rast de di navbera van her du lîstikvanan de ti peywendiya hevjînî yan malbatî nîne û ev dîmen li dijî rêgezên dînî û çanda kevneşopî dîtin.

Derhêneriya rêzefîlmê Cemşîd mehmûdî dike û lîstikvanên naskirî yên wekî Newîd Mihemedzade, Mîlad Key Meram û Babek Hamîdiyan tê de rol digirin. Ev rêzefîlma ku di heftiyê de beşek dihat weşandin, heta niha şeş beşên wê hatine nîşandan û li Herêma Kurdistanê jî hejmareke zêde ya temaşevanan hebû.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler