PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Rêjeya Jidayikbûnê li Îranê bi rêjeya %4,3 daket û gihîşt asta herî nizm
Navenda Amaran a Îranê ragihand ku di heyama biharê de jidayikbûn %4,3 û rêjeya mirinê jî %3,9 kêm bûye.

Rêjeya Jidayikbûnê li Îranê bi rêjeya %4,3 daket û gihîşt asta herî nizm

Navenda Amaran a Îranê ragihand ku di heyama biharê de jidayikbûn %4,3 û rêjeya mirinê jî %3,9 kêm bûye.

Li gorî rapora dawî ya Navenda Amaran a Îranê, di heyama biharê de ku dikeve navbera 21ê Adarê û 21ê Hezîranê, li seranserê welat 205 hezar û 78 zarok ji dayik bûne. Ev hejmar li gorî heman heyama sala borî %4,3 kêm bûye; ji van zarokan 106 hezar û 447 kur û 98 hezar û 631 jî keç in.

Di heman heyamê de 113 hezar û 287 kes mirine û rêjeya mirinê li gorî sala borî %3,9 kêm bûye. Pispor hişyarî didin ku eger ev daketina di rêjeya zayînê de berdewam bike, dibe ku heta sala 2100an nifûsa Îranê dakeve bin 40 milyonî. Pîrbûna bilez a nifûsê û berdewamiya vê rewşê dikare bibe sedem ku welat zêdetirî nîvê nifûsa xwe ji dest bide.

Di raporê de her wiha behsa guhertinên di avahiya malbatê de jî hatiye kirin. Hejmara giştî ya malbatan ku di sala 2016an de 24 milyon û 196 hezar bû, îsal derket 28 milyon û 81 hezarî. Piraniya malbatan li navendên bajaran (zêdetirî 22 milyon û 129 hezar) dijîn, li gundan jî 5 milyon û 952 hezar malbat hene.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler