
Sererkanê Artêşa Îranê gefa mûşekî li DYA û Îsraîlê xwar
Elî Ebdullahî diyar kir ku di şerekî muhtemel de dê sîstemên nû yên mûşekî li pey hev bên bikaranîn û hişyarî da DYA û Îsraîlê.
Elî Ebdullahî, Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê, di dema danasîna bajarokekî nû yê mûşekî yê Hêzên Hewayî û Fezayî yên Artêşa Pasdarên Şoreşê de got ku ew ê di şerekî muhtemel de sîstemên nû û pêşketî yên mûşekî yên welatê xwe li pey hev bikar bînin.
Ebdullahî da zanîn ku bersiva li hemberî êrîşekê dikare sînorên herêmê derbas bike û got, "Ger dijmin xeletiyekê bike, bersiva Îranê dê bi tu sînoran ve sînordar nemîne."
Her wiha Ebdullahî diyar kir ku DYA di demeke kurt de cebilxaneyên modern ên mezin bi kar tîne û got ku wan bandora van çekan a li qada şer şopandiye.
Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî li ser danasîna bajarokê mûşekî peyamek weşand û tekez kir ku li hemberî êrîşeke muhtemel dê bersiveke bilez û ji ya ku tê payîn bihêztir bê dayîn. Ev daxuyanî piştî nirxandinên Serokê DYA Donald Trump ên derbarê îhtimala êrîşeke nû ya leşkerî ya li dijî Tehranê hatin dayîn.
Çavkanî: Rûdaw