Cîhan

Hêzên Pasdaran ên Îranê li nêzîkî Girava Qeşmê balafireke bêmirov a DYAyê ya MQM-170 xist bin kontrola xwe
Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê li başûrê Girava Qeşmê di operasyoneke şerê elektronîk de balafira bêmirov a DYAyê ya MQM-170 ya nehê xist bin kontrola xwe.
Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan li başûrê Girava Qeşmê di nîvê şevê de bi operasyoneke şerê elektronîk balafireke bêmirov (ÎHA) a artêşa DYAyê ya cureya MQM-170 bi saxlemî xistiye bin kontrola xwe.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev balafira bêmirov a hatî girtin, ji vê cureyê balafira nehê ye ku ji DYAyê hat e girtin.
Rayedarên Îranî destnîşan kirin ku proseya xistina bin kontrolê bi serkeftî hat e temamkirin û amûr bi awayekî saxlem di destê wan de ye.
Çavkanî: Rûdaw