
Pasdarên Şoreşa Îranê radarekî Amerîkayê li Behreynê kir armanc
Pasdarên Şoreşa Îranê li hember binpêkirina esmanê Îranê ji aliyê firokeyên bêfirokevan ên Amerîkayê ve, sîstemeke radarê li Behreynê kir armanc.
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku di saetên zû yên sibehê de, bi firokeyên bêfirokevan ên çekdar sîstema radara leşkerî ya Amerîkayê ya li Baregeha Hewayî ya Şêx Îsa ya li Behreynê lê daye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema vê êrîşê ew e ku firokeyên bêfirokevan ên Amerîkayê gelek caran esmanê Îranê binpê kirine.
Êrîş di demekê de pêk hat ku aloziya di navbera Tehran û Manamayê de, ji ber cezayên girtîgehê yên li ser dehan rûhaniyên Şîe yên ku bi têkiliya bi Îranê re tên tawanbarkirin, zêde bûye. Ev pêşhat, tansiyona siyasî ya li herêmê bilind kir.
Wezareta Karên Hundir a Behreynê bang li gel kir ku aram bimînin, biçin herêmên herî nêzîk ên ewle û bi şopandina kanalên fermî ewlehiya giştî biparêzin. Di heman rojê de, Dadgeha Cezayên Giran a Behreynê bi tohmeta avakirina rêxistineke girêdayî Pasdarên Şoreşê û hewldana hilweşandina hikûmetê, 64 tawanbar bi cezayê girtîgehê yê hetahetayî û pênc tawanbar jî bi 15 salan girtîgehê mehkûm kirin. Nêzîkî 60 kes ji wan girtiyan rûhaniyên Şîe ne û di nav wan de Şêx Îsa Qasim jî heye ku wekî rêberê ruhani yê Şîeyên Behreynê tê naskirin.
Çavkanî: Rûdaw