PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Pasdarên Şoreşa Îranê êrîşa li ser Girava Qeşmê piştrast kir
Pasdarên Şoreşa Îranê, êrîşa hewayî ya Amerîkayê ya li ser Girava Qeşmê piştrast kir û ragihand ku wan sînorê menzîla mûşekên xwe rakiriye.

Pasdarên Şoreşa Îranê êrîşa li ser Girava Qeşmê piştrast kir

Pasdarên Şoreşa Îranê, êrîşa hewayî ya Amerîkayê ya li ser Girava Qeşmê piştrast kir û ragihand ku wan sînorê menzîla mûşekên xwe rakiriye.

Berdevkê Pasdarên Şoreşa Îranê Huseyîn Muhebî, di çarçoveya lêpirsîna bûyerên şeva înê 6ê Mijdarê de li Tengava Hurmuzê qewimîn, diyar kir ku hêzên Îranê hin gule teqandine û piraniya teqînên hatine bihîstin ji ber operasyonên parastinê bûne.

Muhebî îdia kir ku di dema operasyonê de balafireke Amerîkî zirar dîtiye, lê derbarê cureya balafirê an hûrgiliyên zirarê de ti agahî neda. Her wiha got ku sînorê menzîla mûşekên Îranê hatiye rakirin û şer dê ne wekhev be, her wiha dê li cihên ku dijmin ne li bendê be derbe lê bê xistin.

Ev daxuyanî piştî wê hatin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku artêşa Amerîkayê êrîşeke nû û sînordar li ser tesîseke Îranê pêk aniye û di nav çend deqeyan de baregeheke parastina hewayî ya Îranê îmha kiriye.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler